Hat ragihandin ku Qralê Fasê yê 6.emîn Mihemed ji ber Qendîla Mewlûdê 307 kes efû kir.
Li gor daxuyaniya wezareta Dadê Qral Mihemedê 6emîn li paytext Rabatê di mizgefta Hassan de serokatiya merasima qendîlê kir. Di mizgeftê de Qur'an hat xwendin û behsa jiyana Hz. Mihemed hat kirin.
Qral Mihemedê 6emîn li gor zagona Fasê dikare di rojên netewî û dînî de hin sûcdaran efû bike. Qral jî ji ber vê zagonê 307 kes efû kir.