Li Nangarhara bajarê rojhilatê Efxanistanê dijî Talîbanê operasyonên hatin lidarxistin û di operasyonan de 35 milîtan mirin.
Berpirsiyarê Artêşa Efxan yê li bajarê Nangarharê Dadan Lawang daxuyanî da û diyar kir ku di operasyonên dijî Talîban ên li navçeya Hogyanay û Şerzadê hatin kirin de, 35 milîtan û 4 leşker mirin; 42 milîtan û 11 leşker jî birîndar bûn.
Berpirsiyarê Ewlehiyê yê Nangarharê Lutfûllah Zeryab jî got ku di operasyonan de febrîkayên hişbir û bi sedan donim eraziyê ku lê hişbir tê çandin hatin texrîbkirin û wiha dewam kir: "Me gelek kesên ku li navçeya Hogyanay û Şerzadê bazirganiya tiryakê dikirin qefalt."