HEWLÊR
Hat ragihandin ku Kampa Çadir ya Hazerê bi hinceta ku Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) nêzî Hewlêrê bû tê rakirin.
Li gor agahiya ku hat bidestxistin, rêvebiriya kurdan dest bi tehliyekirina penaberên kampê kir.
Kampa Hazerê 20 kîlomêtre dûrî Hamdaniyeya navçeya Mûsilê ye. Li Hamdaniyeyê bi DÎŞIyê re pevçûn didomin. Di kampê de penaberên tirkmen, kurd, ereb diman.
DÎŞI 45 kîlomêtre dûrî Hewlêrê ye
Hat gotin ku Bertellaya nahiyeya Mûsilê jî ket destê DÎŞIyê. Piştî ku Bertella ket, di navbera DÎŞI û Hewlêrê de 45 kîlomêtre ma.
Ji aliyê din ve li Mexmûrê bi hinceta ku ew der di bin gefa DÎŞIyê de ye, çûnûhatina leşkerî pir zêde ye. Piştî ku DÎŞIyê nahiyeya Guwerê bi dest xist, rêvebiriya kurdan gelek leşker sewqî Mexmûrê kir. Bi hezaran pêşmergeyî li Mexmûrê kozik vedan. Welatiyan jî dest avêt çekan û piştgiriyê didin pêşmergeyan.