MÛSIL
Li giştiyê Iraqê şideta komên çekdar ên ku serokatiya wan Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) dike, didome. DÎŞIyê piştî ku êrîşî Mexmûra navçeya Mûsilê ya ku gelek kurd lê dijî kir, di Rêvêbiriya Herêma Kurdistana Iraqê de tengezariyeke mezin çêbû.
DÎŞIyê piştî ku nahiyeya Guwera Mûsilê ya 70 kîlomêtre dûrî Hewlêrê bi dest xist, di navbera komên çekdar û pêşmergeyan de li der û dora Mexmûrê cî bi cî pevçûn derketin. Mirov piştî vê pevçûnê tirsiyan û amadehiyên koçkirinê kirin.
Reva gelê Mexmûrê, li Hewlêrê bû sedema qeyranê. Gelê Hewlêrê bi tirs li ber îstgehên benzînê rêz bû. Li ber îstgehên benzînê dor dûv û dirêj bûn. Hin hewlêriyên ku depoya wesaîta xwe tije benzîn kirin, berê xwe dan Şeqlewa, Barzan û Selahaddînê.
Ji ber ku siqletî zêde çêbû, şirketên têlefonan jî nekarî xizmetê bidin û têlefon asê bûn. Li ser vê tirsê rêvebiriya HKIyê peyder pey daxuyanî dan.
Ji Barzanî banga aramiyê
Serokwezîrê HKIyê Nêçîrvan Barzanî daxuyanî da û ji gel xwest ku aram bin.
Barzanî ji gel re got ku netirsin û wiha dewam kir: "Hey gelê Kurdistanê yê ezîz û berxwedêr! Hûn bawer bikin ku hêzên me yên pêşmerge vê gavê li Şengalê tearûzê dike û bi ser dikeve. Pêşmerge li cepheyên Cela û Mexmûrê jî terorîstên DÎŞIyê têk birin. Bila gelê Kurdistanê bawer bike ku dijmin wê têk biçin. Bila gelê me bi vê pêbawer be."
Barzanî got, "Ji gelê Kurdistanê daxwaz û rica me, bila bi tu awayî netirsin" û wiha dewam kir: "Bila di nav hizûr û sikûnetê de li malê xwe bisekinin. Bila li ser karê xwe bin û jiyana xwe ya normal bidomînin."
Ji Wezareta Karên Navxweyî daxuyanî
Wezareta Karên Navxweyî ya HKIyê daxuyaniya nivîskî da û got ku herêma kurdan bi tevahî di kontrola pêşmergeyan de ye û wiha hat gotin: "Bila gelê herêmê li gor propagandayên dijmin û taktîkên şer tevnegere."
Di daxuyaniyê de hat gotin ku DÎŞIyê têk çû û wiha hat gotin: "Di van şert û mercan de em dixwazin ku hemû gelê me wêrek be û ber xwe bide. Dijminê me li hemû kozikan de derbe xwarin û hêza wan lawaz bû. Hejmara hêzên dijmin bi qasî ku bajarên Kurdistanê tehdît bikin tuneye. Ew ê tu wextî gelê Kurdistanê netirsînin û cesareta wan neşikênin."
Îdiaya ku Mexmûr ket destê DÎŞIyê
Ji aliyê din ve îdiaya ku Mexmûra navçeya Mûsilê ket destê DÎŞIyê derew derket. DÎŞI ji bo ku Mexmûrê bi dest bixe di saet 19.00ê de êrîşî Mexmûrê kir. Lêbelê pêşmergeyan ew têk birin.
Berpirsiyarê Hêzên Pêşmergeyan Yarbay Mixdat Ferît li ber Qaymeqamtiya Mexmûrê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Tu milîtanên DÎŞIyê neketin Mexmûrê. Bi qestî van nûçeyan çêdikin. Bihustek axa Kurdistanê nakeve destê DÎŞIyê. Li navçe û der û dora navçeyê hejmara pêşmergeyan zêde ye. Ji bo bidestxistina Mexmûrê xwe ceribandin. Bi konvoyeke hêzdar hatin, lê zeiyata wan gelek çêbû û paşve kişiyan. Pêşmergeyên me jî birîndar bûn. DÎŞIyê ji nişka ve êrîşî kurdan kir. Bila her kes bêhna xwe fire bike. Mexmûr di destê me de ye."