30 Adar 2017•Rojanekirin: 30 Adar 2017
WASHINGTON
Hat ragihandin ku keça herî mezin a Serokê DYAyê Donald Trump, Ivanka Trump (35) dê bi awayekî fermî wekî personelê Qesra Spî dest bi wezîfeyê bike û herwiha bêyî ku ji hikûmeta federal meaş bistîne, dê şêwirmendiya bavê xwe bidomîne.
Ivankayê piştî ku di 20ê rêbendanê da li Qesra Spî dest bi wezîfeyê kir, di gelek çalakî û hevdîtinên pilebilind da hevaltiya bavê xwe Trump kir. Ji ber hindê Ivankayê ragihand ku ewê peywira şêwirmendiya bona bavê xwe bike fermî.
Ivanka Trumpê piştî hin rexneyên wekî ku ji Donald Trump ra şêwirmendiya xeyrîresmî dike û ev jî mimkun e bibe sedema kêşeyan, daxuyaniyeke nivîskî belav kir û wiha got, "Der heqê şêwirmendiya ku ez bi awayekî xwebexş û li gorî rêzikên etîkê pêşkêşî Serok dikim da hin kes dikevin nav fikaran. Ji niha pêva ezê wekî hemû xebatkarên federal li Qesra Spî bixebitim, lê ezê tu heqî nestînim."
Di daxuyaniya Qesra Spî ya der barê mijarê da hat destnîşankirin ku vê biryarê ew kêfxweş kirin û "alîkariya Ivankayê dê bona Serok Trump bidome."
Ivanka Trump ji 2009an vir va zewaca xwe ya bi Jared Kushnerê ku şêwirmendiya Serok Trump dike ra didomîne.