İbrahim Atmaca
07 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 08 Rêbendan 2019
RIYAD
Dîplomatên Erebistana Siûdî li Balafirgeha Bangkokê ya Taylandê welatiya Erebistana Siûdî Rahaf Muhammed al-Qunun bi zorê girt û Qununê ji Neteweyên Yekbûyî (NY) xwest ku kîjan welat dibe bira bibe xwe bispêre welatekî.
Li gor daxuyaniya ku li ser hesabê xwe yê Twitterê yê ne fermî da, keçika xama ya welatiya Erebistana Siûdî Rahaf Muhammed al-Qunun li Balafirgeha Bangkokê ya Taylandê ji aliyê dîplomatên Balyozxaneya Bangkokê ya Erebistana Siûdî va bi zorê hat desteserkirin.
Qununê got, "Balyozxaneya Erebistana Siûdî dest danî ser pasaportê min. Ji min ra dibêjin tu nexweş î û tiştên ku tu dikî bê hemdê te ne."
Qununê destnîşan kir ku hişê wê li serê wê ye û wiha got, "Ez di nav talûkeyeke rastîn da me."
Qununê got ku miqamên Taylandê ji bo parastinê jê ra nebû alîkar û ji NYê xwest ku kîjan welat dibe bira bibe bira derfeta sipartinê bidin wê.
Li gor nûçeya rojnameya Bangkok Postê ku li Taylandê weşanê dike, Midûrê Polêsên Koçberan ê Taylandê Surachate Hakparn diyar kir ku bêyî îradeya jina ciwan wê îadeyî welatekî din nekin.
Hat gotin ku Qunun ji ber şîdeta malbatê reviye û wê li ser Taylandê ra derbasî Awistralyayê bûbûya.