Li Spanyayê di çarçoveya Şênahiya Trashûmancîayê de û ji bo teşwîqkirina heywandariyê nêzî 2 hezar pez daxistin kûçe û kolanên Madrîdê.
Şivanan keriyên xwe di kûçe û kolanên Madrîdê de dan gerandin.
Di çorçoveya bernameya Şênahiya Trashûmancîayê ku ji sala 1994an vir ve didome de li kûçe û kolanên Madrîdê pez tên gerandin.
Ji bo pêz, hin rê ji çûn û hatinê re hatin girtin û 2 hezar pez bi qasî 4 saetan di kolanan de geriyan. Welatiyan jî gelek eleqe nîşanî keriyên pêz dan.