Li Bexdaya Iraqê wesaîteke bombebarkirî hat teqandin û di teqînê de 8 kes mirin û 22 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên çavkaniyên ewlehiyê bi wesaîteke bombebarkirî li herêma Ed-Daxila navçeya Es-Sadrê li dijî konvoya ku beşdarî pîrozkirina Aşureyê bûbû êrîş hat kirin. Di encama teqînê de li gor agahiyan 8 kes mirin û 22 kes jî birîndar bûn.
Li Iraqê di encama êrîşên dawîn de bi tevahî 16 kes mirin û 49 kes jî birîndar bûn.