WASHINGTON
Wezîrê Karên Derve yê DYAyê John Kerry Serokwezîrê Iraqê Nûrî el Malikiyê ku dev ji wezîfeya xwe berda pîroz kir.
Kerry got ku biryara Malikî ji bo guherîna desthilatdariyê û aştiyê gaveke dîrokî ye û wiha pê de çû: "Em daxuyaniya Malikî ya ku dev ji wezîfeya serokwezîrtiyê berda û dê piştgiriyê bide namzedê Serokwezîriyê Heyder el-Ebadî teqdîr dikin. Ev biryara ku ji bo pêşeroja Iraqê pir girîng e û dê ji bo guherîna desthilatdariyê bibe bingeh."
Kerry daxuyaniya der heqê Malikî de bi awayekî nivîskî belav kir û ji bo yekîtiya Iraqê Îbadî di serî de bangî hemû serokên Iraqî kir ku bila ji heqê gefên Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) bên der û ji hev re xwedî derkevin.
Di daxuyaniya xwe de Kerry bal kişand ser şirîkatiya DYA û Iraqê û destnîşan kir ku DYA ji bo berterefkirina hemû gefên li ser Iraqê amade ye ku bi hikûmeta nû re bixebite.
Serokwezîrê Iraqê Nûrî el-Malikî duh êvarê daxuyanî da û diyar kir ku dev ji wezîfeya xwe ya Serokwezîrtiyê berdaye û wiha pê de çû: "Min dev ji daxwaza xwe ya serokwezîrtiyê berda. Ji bo berjewendiyên mezin ên Iraqê vê wezîfeyê dewrî birayê xwe yê bi rûmet Heyder el-Ebadî dikim."