MÛSIL
Pêşmergeyên Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) diyar kirin bajarokên Sûkûf, Hasar û Kasrûkê ku di destê endamên Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) de bûn xelaskirin û girtin bin kontrola xwe.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên leşkerî hatin hildan pêşmergeyan bi piştgiriya balafirên şer ên artêşa Iraqê ve operasyon birin ser Sûkûf, Hasar û Kasrûka bajarokên Mûsila ku ji bo DÎŞIyê cihekî pir girîng e.
Li gor agahiyên ku ji hêzên leşkeriyê hatin hildan pêşmergeyan bi piştgiriya balafirên şer yên Iraqê bajarokên Sûkûf, Hasar û Kasrûk girtin bin kontrola xwe û endamên DÎŞIyê jî çekên giran li pey xwe hiştin û ber ve navenda Bartellayê reviyan.
Ev demeke ku li Iraqê di qada desthilatdariyê de pirsgirêk heye û komên çekdar ên ku bi pêşengiya DÎŞIyê ve tevdigerin Mûsil, Tîkrît û hin bajarên din girtibûn bin kontrola xwe. Ji ber şer û pevçûnan nêzî milyonek sivîl bê çare ji herêmê koç kirin.