Türkan Tosun
12 Mijdar 2020•Rojanekirin: 12 Mijdar 2020
Koalîsyona Ereban a ku serkêşiya wê Erebistana Siûdî dike daxuyand du botên teqemenî lê barkirî yên ji dûr va tên qumandakirin û ji hêla Hûsiyên ku Îran piştgiriyê dide wan va hatibû şandin li başûrê Behra Sor hatin binavkirin.
Li gor nûçeya ajansa nûçeyan a Erebistana Siûdî (SPA) Hûsiyan hewl dan li başûrê Behra Sor çalakiyeke terorê bikin.
Koalîsyona Ereban daxuyand du botên teqemenî lê barkirî yên ji dûr va tên qumandakirin û ji hêla Hûsiyan va ji bajarê Hudeydeyê ji bo êrîşa terorê hatine şandin, hatin binavkirin.