Abdullah Tel
11 Mijdar 2020•Rojanekirin: 12 Mijdar 2020
Li Îranê hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) mirin 462 zêde bû û derkete 39 hezar û 664an.
Sîma Sedat Lariya Berdevka Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe da diyar kir ku ji ber Kovîd-19ê di 24 saetên dawîn da 462 kes mirin û 11 hezar û 780 kes jî bi vîrusê ketin.
Lariyê got ku bi vî awayî hejmara miriyan derket 39 hezar û 664 kesan, ya pêketiyan jî derket 715 hezar û 68an.
Lariya berdevk diyar kir ku rewşa 5 hezar û 601 pêketiyan giran e, heta niha 536 hezar û 105 pêketî jî piştî dermankirinê pak bûn û gihîştin siheta xwe.
Berdevkê destnîşan kir ku li welêt hetanî nika 5 milyon û 344 hezar û 821 test kirin, li welêt 31 eyalet jî di nav herêmên "xeternak" û "sor" da ne.
Li 25 eyalet û 89 navçeyên Îranê biryar hatibû dayîn ku karxaneyên mecbûriyeta wan tunin werin girtin. Wekî mayîn ketin û derketina 25 eyaletan jî hat qedexekirin.