ŞAM
Hat ragihandin ku li Sûriyeyê hêzên leşkeriyê yên ku girêdayî Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşşar Esed in, li bajarên cur bi cur li dijî mixalifan êrîşan pêk anîn. Di encama van êrîşan de 10 jê jin û 5 jî jê zarok bi tevahî 46 kes hatin kuştin.
Li gor daxuyaniya Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) hêzên rejimê li hêrêmên ku di destê mixalifan de ye êrîşan pêk anîn. Di encama êrîşan de li banliyoyên Şamê 18, Hûmûsê 11, Derayê 8, Helebê 3, Îdlib û Hamayê 2 kes, li Kûneytra û Deyrû'z Zorê jî kesek, bi tevahî 46 kes hatin kuştin.
Li gor daxuyaniya Komîteya Kordînasyona Herêmî ya Sûriyeyê (LCD) hêzên ku girêdayî Artêşa Sûriyeya Azad (AAS) in li bajaroka Carablûsa bajarê Helebê ji girtîgeha Dewleta Îslamê ya Şam û Iraqê (DÎŞI) 124 kesan rizgar kirin û li herêmê di navbera her du hêzên mixalif de pevçûn berdewam dike.
Li gor daxuyaniyê li navçeya Baba Helebê kontrol ketiye destê DÎŞIyê û li Herêma Sanayiyê ya Şêx Nacar jî cihên ku di kontrola AASyê de bûn ketine bin kontrola DÎŞIyê.