08 Mijdar 2016•Rojanekirin: 08 Mijdar 2016
İSTANBUL
Tumgeneral Yehya Rehîm Sefewiyê Şêwirmendê Leşkerî yê Payebilind ê Serokê Dînî yê Komara Îslamî ya Îranê Ayetullah Elî Xamneyî got "Kurd ji netewa "Aryan' in û koka wan digihîje Îranê. Eleqeyê nîşanî Îranê jî didin lê belê ku têkevin nav van lîstikên polîtîk eşkere nîne ku Îran alîkariyê bide wan an nede."
Tesnîma ajansa nîvfermî ya Îranê diyar kir ku Sefewî di civîneke li Tehrana paytex da axivî û diyar kir ku ji polîtîkayên ku Serokê Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî teqîb dike memnun nînin.
Sefewî got ku têkiliyên rêveberiya Barzanî bi Erebistana Siûdî, Îsraîl û Amerîkayê ra baş in, û îdia kir ku Barzanî destûrê dide Konsolgeriya Erebistana Siûdî ya li Bakurê Iraqê ku sîlahan li komên hemberî Îranê belav bike.
Sefewî îdia kir ku koka kurdan digihîje Îranê û wiha axivî: "Kurdên li Iraqê ji netewa Aryan in û koka wan digihîje Îranê. Eleqeyê nîşanî Îranê jî didin lê belê ku têkevin nav van lîstikên polîtîk eşkere nîne ku Îran alîkariyê bide wan an nede."
Seafewî bal kişand ku eksê têkiliyên bi rêveberiya Barzanî ra, têkiliyên Îranê bi koma Serokomarê berê yê Iraqê û serokê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê Celal Talabanî ra zehf baş in.
Sefewî îdia kir ku hikûmeta Barzanî hewl dide ku ji hikûmeta navendî ya Iraqê dûr bikeve û ew jî ji vê aciz in.