Sevim Hatun
08 Mijdar 2016•Rojanekirin: 08 Mijdar 2016
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Ofîsa Koordînasyonê ya Karên Însanî ya NY (OCHA) daxuyand ku ji ber operasyona rizgarkirna Mûsilê ji destê DEAŞê, zêdetirê 34 hezarî însan ji cih warên xwe bûn.
Li gor daxuyaniya OCHAyê, tenê di 5-6 mijdarê de nêzî 5 hezar kesî mecbûr man ku cih û warê xwe biterikînin û hat destnîşankirin ku ew ê ev hejmar bi operasyonên eskeriyê zêdetir bibe.
Di daxuyaniyê de cih dan fikr û ramanên Lîse Grandeya Koordînatora Karên Însanî yê Iraqê yê NYyê "Li Mûsilê hejmara sivîlên dimirin her diçe zêde dibe, tirsa me ew e ku di pêşerojê de DEAŞ sivîlan wekî mertalê zindî bikarbîne, zarokan bi darê zorê têxe nava şer."
Rêxistina Tendûristiyê ya Cihanê (WHO) bi daxuyaneyekê, di êrîşên li Tîkrît û Samarrayê de bi ambulansan lidarxistina êrîşên dijî sivîlan şermezar kir.