Komîsyona ku li herêma bakurê Sûriyeyê ya ku zêdetir kurd lê dijîn lêkolîn kir, lê di rapora xwe de behsa qetliyamê nekir.
Li ser daxwaza serokê Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqa Federal (RHKIF) Mesud Barzanî komîsyoneke ji 7 kesan pêk tê çend roj berê çûn li Sûriyeyê û li ser îdiaya qetliyama der heqê kurdan de xebitîn. Komîsyonê rapora ku amadekirin pêşkeşî Komîteya Amadehiyê ya Konferansa Neteweyî ya Kurdan kir. Komiteya Amadehiyê daxuyaniyeke ku ji 11 madeyan pêk tê û bi kurtasî behsa raporê dike dan endamên çapemeniyê.
Di daxuyaniyê de bal kişandin li ser daxwazên gel yên herêmê, pirsgirêkên birçîbûn, xizanî, ewlehî û koçberiyê, lê di raporê de behsa qetliyama Eniya Nusrayê nekirin.
Di daxuyaniyê de banga alîkariyê kirin û xwestin ku Deriyê Sînor a Sêmalkayê ya ku navbera Iraq û Sûriyê divê bê vekirin û wiha gotin: "Divê derî bi tenê destê komekê de nebe, her kes bikaribe derî bi kar bîne." Hat diyarkirin ku divê kurdên li Tirkiyê jî ji bo ku deriyên gumrikê yên ku li navbera Sûriye û Tirkiyê de bên vekirin zorê bidin hikûmetê.
Ji hêla din ve di daxuyaniyê de hat gotin ku divê li aliyê Sûriyê kampeke biewlehî bê vekirin û penaberên li Iraqê divê vegerin li Sûriyeyê. Diyar kirin ku hin kurdên li Sûriyeyê dixwazin alîkariya çekan ji PYDê re bikin.
Di daxuyaniyê de bang hat kirin û hat gotin ku divê pevçûnên di navbera Eniya Nusrayê û PYDyê bi lez bisekine û divê hemû partiyên siyasî, kom û her kes bi hev re tevbigere. Hat xwestin ku divê her alî li gor Peymana Erbîlê tevbigere û wiha hat gotin:
"Hemû partî divê li gor biryaran tevbigerin û Komisyona Bilind a Kurdan aktîf be. Divê serokên partiyên kurdan û rêvebirên wan vegerin Rojavayê. Pevçûnên di medyaya kurdan biqedin. Xebatên rojnamevan û rewşenbîran yên li herêmê re astengî neyê derxistin. Tê xwestin ku bi lez ji hemû partî û komên kurdan hêzeke leşkerî ya kurdan hêzeke hevpar bê avakirin û her kes di bin vî banî de bicive."
Di dawiya daxuyaniyê de pêşniyariyên Komîteya Amadehiyê wiha hatin rêz kirin:
"Navendên alîkariyê yên acîl divê bên avakirin û divê derman bên tedarîkkirin. Hemû şertên ku tên xwestin divê bên cih. Li Deriyê Sînor a Sêmalkayê sîstemeke nû divê bê avakirin û destûra bikaranîna derî divê ji destê komekê bê derxistin û her kes derî bi kar bîne."