28 Gulan 2016•Rojanekirin: 29 Gulan 2016
HEWLÊR
Kongreya 7an a Partiya Yekîtiya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû) a ku wek nêzîkî Teşkîlata Birayên Misliman (Îxwan) a li Rêveberiya Herêma Kurdistanê (HKI) tê zanîn dest pê kir.
Kongre bi ser navê "Ber bi Pêşerojeke Hê Ronî" va li Navenda Kongereyê ya Saed Ebdillah a li Hewlêrê tê kirin û Sekreterê Gişkî Mihemed Ferec, Sekreterê Gişkî yê berê Selaheddîn Bahaddîn û gelek delegeyên partiyê beşdarî kongreyê bûn.
Ferec di kongreyê da axivî û bi bîr xist ku wek sekreterê gişkî yê partiyê hatiye hilbijartin û der barê xebatên siyasî yên ku partiyê di dema wî da kirine da agahî da. Ferec destnîşan kir ku li Kurdistanê her tim rêyeke rûnerm û avaker teqîb kirine û tevkariya ku di avakirina hikûmetê da dane jî nîşana vê ye.
Ferec got, "Bi tevlîbûna hikûmetê me xwest ku nîşan bidin em ê di reforman da bi fîlî hebin." û der barê serokatiya herêmê da wiha axivî:
"Li gor me pêvajoya serokatiyê pirsgirêkeke siyasî ye. Ji ber vê em bawer dikin ku herdu alî bi peymaneke siyasî va dikarin vê pirsgirêkê çareser bikin."
- "Tirkiye ji dewleteke leşkerî vegeriya dewleteke siyasî."
Ferec di axaftina xwe da bal kişan d ser bûyerên li Tirkiyeyê û wiha got: "Tirkiye ji dewleteke leşkerî vegeriya dewleteke siyasî. Dibê kurdên li wê derê jî ji vê guherînê îstifade bikin."
Ferec axaftina xwe wiha domand:
"Herdu alî jî ji bo parastina mijarên ewlekarî û siyasî ya herêmê dibê dîsa bên rêya pêvajoya çareseriyê û li dora meseyekê biaxivin."
Wek mayîn Ferec diyar kir ku ji bo Bahaddînê avaker û lîdarê girîng dîsa bê hilbijartin ji namzediyê vekişiya. Ferec got dibê Mihemed Raûf û Ebûbekir Elî jî heman helwestê nîşan bidin û vekişin.
Yekgirtû di sala 1994an da bi destê Selaheddîn Bahaddîn hat avakirin, di Meclisa HKIyê ya ku ji 111 parlementeran pêk tê da xwediyê 10 parlementeriyan e. Yekgirtû bi vê temsîliyetê va di Meclisê da partiya 4an e.