02 Adar 2017•Rojanekirin: 02 Adar 2017
DIHOK
Damezrênerê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê û Wezîrê Berê yê Herêma Kurdistanê Dîndar Doskî, der barê siyaseta Tirkiyê ya li ser kurdan de wiha got: "Divê kurd vê meseleyê baş fêm bikin. Miameleya Tirkiyê digel hemû kurdan ne wek hev e. Tirkiye hemû kurdan naxe qalibê çekdarên PKKyê."
Doskiyê ku 2 sal berê ji ber qeyrana serokatiyê û helwesta partiya xwe ya li dijî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dest ji Yekgirtûyê îstifa kir niha xwe wek çavdêrê siyasî binav dike.
- "Tirkiye hemû kurdan wek PKKyî nabîne"
Siyasetmedarê bitecribe û wezîrê berê Doskî têkiliyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê bi giringî wesifand û wiha axivî:
"Têkiliyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê di warê aborî û siyasî de li asteke baş e. Roj bi roj jî pêşdetir diçe. Seredana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di heyameke hestiyar de bû. Lewra Rojhilata Navîn di guherîneke bilez re derbas dibe. Herwiha bilindkirina Alaya Kurdistanê li Balafirgeha Ataturk belgeya wê yekê ye ku Tirkiye hevhelwest e digel Herêma Kurdistanê."
Doskî bibîr xist ku herdu alî xwedî armancên hevbeş in û loma jî dê hevkariya wan xurttir bibe, wiha got:
"Tirkiye û Herêma Kurdistanê xwedî çend armancên hevbeş in. Di şerê li dijî terorê de, linavbirina DEAŞê, kontrolkirina Mûsil û Reqqayê û qonaxa piştî nemana DEAŞê."
Li ser ehemmiyeta Herêma Kurdistanê bo Tirkiyê jî raya xwe wiha anî ziman:
"Ji ber serdestbûna pozîsyona şiî û Îranê li Iraqê, Herêma Kurdistanê ji bo Tirkiyê bû bedîlê Iraqê. Ev di berjewendiyê Tirkiyê jî de ye. Herêma Kurdistanê bi temamê di Rojhilata Navîn de ye. Herêma Kurdistanê ji bo Tirkiyê hem ji aliyê dînî hem jî ji aliyê neteweyî ve, dê bibe faktora aramiya sînor ji bo Tirkiyê."
Herwiha bal kişand ser wê yekê ku avakirina dewleta kurdî di destê kurdan û siyasiyan bi xwe de ye: "Duristbûna dewletê di destê xelkê kurd û serkirdayetiya siyasî de ye. Feqet bidewletbûna Herêma Kurdistanê di berjewendiyên Tirkiyê de ye."
Der barê kêşeya PKKyê û meseleya kurd li Tirkiyê jî Doskî wiha nirxandin kir: "Divê kurd vê meseleyê baş fêm bikin. Miameleya Tirkiyê digel hemû kurdan ne wek hev e. Tirkiye hemû kurdan naxe qalibê çekdarên PKKyê."
- "Îran li ser esasê mezhebî û taîfî hatiye damezrandin"
Mewcûdiyeta Îranê li Rojhilata Navîn û bihêzbûna wê ya di warê siyasî û eskerî de jî babeta nirxandinên Doskî bûn, ewî wiha got:
"Îran li ser esasê mezhebî û taîfî hatiye damezrandin. Di heman demê de şerê mezhebî û taîfî neqlî Sûriye, Iraq, Yemen, Kuweyt û Behreynê jî kiriye. Ev dubendî li temamê welatên ku şiî û sunnî bi hev re dijî belav kiriye. Digel vê ji aliyê eskerî ve jî destê xwe xistiye karûbarên wan welatan. Ev hemû metirsî û tehdîdeke mezin çêdikin ku şerê Siûdî û Îranê derkeve."
Li ser Heşda Şebî jî dîqqet bi xala metirsîbûna wê ve kişand û got:
"Heşda Şebî ji aliyê Îranê ve tê destekkirin. Ji bo asayişa navneteweyî û ya Tirkiyê metirsiyê çêdike. Iraq dixwaze di safîkirina kêşeyên xwe yên digel Herêma Kurdistanê de Heşda Şebî bi kar bîne."