25 Îlon 2016•Rojanekirin: 26 Îlon 2016
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî biryar da ku li ser mijara êrîşên Helebê yên li ser sivîlan bilez bicive.
Di daxuyaniya NYyê de hat gotin ku konseyê îro saet 11.00an bicive û çapemeniyê bikaribe civînê bişopîne.
Hat ragihandin ku Amerîka, Fransa û Îngiltereyê daxwaz kiriye ku konsey bicive.
Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî 21ê îlonê roja çarşemê civiyabû. Di civînê de wezîrên karên derve yên Amerîka û Rûsyayê hevdu sûcdar kiribûn, lê encameke berbiçav derneketibû.
Endamên Koma Piştgiriya Sûriyeyê ya Navneteweyî jî vê heftê li NEw Yorkê 2 caran civiyabûn. Lê ji bo ku pevçûn bisekinin biryarek derneketibû holê.
Rejima Beşar Esed û artêşa Rûsyayê ji 19ê îlonê vir ve êrîşê sivîlan dikin. Di van êrîşan de 323 sivîl mirin, hezar û 334 kes jî birîndar bûn.