2017 ж. 05 сәуір•Rojanekirin: 2017 ж. 06 сәуір
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Nûnerê Daimî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) yên Îngiltereyê Matthew Rycroft, derbarê êrîşên kîmyayî yên li dijî Idliba bajarê Sûriyeyê got, "Esed Rûsyayê li pêş çavê dinyayê biçûk dixîne. Heger Rûsya dixwaze îtibara xwe vegerîne, divê van êrîşan şermezar bike."
Konseya Ewlekariya NYê, piştî êrîşa kîmyayî ya li dijî Idlibê li ser daxwaza Frensa û Îngiltere ji bo gotûbêja vê mijarê civiya.
Nûnerê Daimî yê NYê yên Îngiltereyê Rycroft, di axaftina xwe ya di konseyê da destnîşan kirin ku vetoyên Rûsya û Çînî yên li Konseya Ewlekariya NYê da cesaret dan rejima Esed û anî ziman ku encamên van vetoyan weke êrîşa kîmyayî li Idlibê vegeriyane.
Rycroft îfade kir ku delîlan nîşan daye ku êrîş maweya çend seatan ji asîmanan va hatiye û êrîşa gazê ji aliyê rejimê va hatiye encamdan û herwiha cext kişand ser ku bikaranîna çekên kîmayayî sûncekî cengî ye.
- "Esed Rûsyayê biçûk dixîne"
Rycroft got, "Esed Rûsyayê li pêş çavê dinyayê biçûk dixîne. Heger Rûsya dixwaze îtibara xwe vegerîne, divê van êrîşan şermezar bike."
Nûnerî Îngiltereyê hişyarî da ku heger Rûsya helwesta xwe neguhere wê dubare Konseya Ewlekariya NYê bixitime û wiha pê da çû: "Dinya bi çavê 'dîplomatê bikêrnehatî' li me dinere. Li hember helwesta Rûsyayê em neçar mane."
- Francois Delattre
Nûnerê Daimî yê NYê yê Frensayê Francois Delattre jî got, "Ji bo şermezarkirina kujerên zarok û jinan em li hêviya çi ne?.. Dinya temaşayî me dike."
Delattre bangewazî li Rûsyayê kir ku fişarê têxe ser rejima Sûriyeyê.