05 Nîsan 2017•Rojanekirin: 06 Nîsan 2017
ÎDLIB
Ajansa Anadoluyê dîmênên birîndarên sûriyeyî yên ku di êrîşa Îdlibê ku ji aliyê rejima Esed va hatibû kirin kişand.
Dermankirina hin sûriyeyên ku di êrîşê de birîndar bûbûn li Tirkiyeyê û yan hinekan jî li nexweşxaneyên derdorê Îdlîbê de dewam dike.

Ebuduleziz Şathayê bijîşkê bêşa daxiliyeyê yê ku di nexweşxaneyeke Îdlibê de dixebite daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got piştî êrîşa duh gelek birîndar anîne nexweşxaneya wan. Şatha got ku tişta ji destê wan tê dikin û wiha axivî:
"Birîndarên ku hatibûn nexweşxaneyê hemû mexdurên êrîşa kîmyewî bûn. Li gor kontrolên me di êrîşê de xaza sarînê hatiye bikaranîn. Me hin birîndar lê vê derê derman kirin. Yên ku rewşa giran me şandin Tirkiyeyê. Em spasiya Tirkiyeyê dikin. Deriyên sînorên xwe derhal vekirin û birîndar me şandibûn qebûl kirin. Ev mirovên tên kuştin ne biyanî ne, hemû misilmanin. Zarokên 4 û 5 salî hatin kuştin. Gunehê van zarokan çi bû gelo?"

- "Ji mizgefta anons dihatin kirin ku kesên wesayîtên wan hene bira bên alîkariyê"
Omer Sadeyê ku meruzî êrîşa kîmyewî ya hêzên Esed mabû diyar kir ku çaxa li mala xwe radiza dengê teqînê hat û ji malê derket mêze kir ku birîndarên li erdê dirêj bûne hene. Sade got qasî ku ji destê wî hat aliyê birîndaran kir û paşê ji xwe va çû.

Sade çaxa ku qala bûyerê dikir kelogirî bû û wiha got:
"Piştî êrîşê jin, zarok, kal û pîrên ku li serdê dirêj bibûn hebûn. Di wê demê ji taxeke din jî dengê teqînê hat. Wê çaxê ez ji xwe va çûm û li erdê ketim. Kesên li der û dorê av di ser min da kirin. Min dît ku herî kêm 400 kes li serdê dirêj bibûn. Bi wesayîtan kesên birîndar dibirin nexweşxaneyan. Gelek kes ji ber sîlaha kîmyewî bi jehrê ketibûn û wesayîtan têrê nedikir. Ji mizgefta anons dihatin kirin ku kesên wesayîtên wan hene bira bên alîkariyê. Me çi bi Beşar kir. Çima vê tîne serê me. Bira sedema wê bêje. Ma meriv vê tîne serê însanan? Dê, bav û xalê min mirin. Tu kesekî min nema. Her kes kuşt."