Li Sûriyeyê hêzên rejimê êriş birin li ser Îdlibê. Di êrişê de 3 kes mirin û 10 kes jî birîndar bûn.
Li gor çavkaniyên herêmî hêzên Beşer Esed li îdlib, Kefr Uveyd û Deyr Sunbulê êrîş birin li ser muxalifan. Di êrişan de 3 kes mirin û 10 kes jî birîndar bûn.
Ji hêla din Yûsuf el-Bustaniyê aktîvîst, ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku hêzên rejimê li navçeya Dumayê bi bombeyên warêlê ve êrîş kirin. Bustanî got ku tu kes nemir, lê balafirên şer her roj bombeyan diavêje. Hat ragihandin ku di êrîşan de gelek avahî xirab bûn.
- Li Cobarê hejmara miriyan gihîşte 35an
Ji hêla din Konseya Şoreşa Giştî ya Sûriyeyê (SRGC) daxuyand ku Artêşa Sûriyeyê ya Azad (AAS) eşkere kir ku 35 leşkerên rejimê li herêma Cobarê di êrîşan de mirin.