Fatih Gazioğlu
27 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 28 Tîrmeh 2019
Kontrola Girava Zuqarê ya ku di destê Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb (MYE) da bû derbasî Artêşa Yêmenê bû.
Wadah ed-Dubeyşê berdevkê Hêzên Hevkar yên Xilaskirina Qeraxên Rojava ya girêdayî hêzên koalîsyonê ku serkêşiya wan Erebistana Siûdî dike daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got:
"Hêzên me yên ewlehiya qeraxê Yêmenê kontrola Girava Zuqarê ya ku di destê Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb da li ser Behra Sor cî digire bi dest xist."
Dubeyş got ku Girava Zuqarê di navbeyna Behra Sor û Kendava Adenê da cî digire û nêzî Geliyê Mendebê ya Babûlê ye. Dubeyş diyar kir ku ev girav di nav Giravên Hanîşê da ya herî girîng e.
Li gor nûçeyên ku li çapemeniya Ereb derketin, Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb di çarçoveya revîzekirina hêzên koalîsyonê ya nû da ev demek e hebûna xwe ya eskerî ya li Yêmenê kêm dike.
Li Yêmenê ji sala 2015an vir va ji 100an zêdetir eskerên MYEyê hatin kuştin. Li Yêmenê bi giştî ji bo perwerdekirina eskeran 500 efser hene. Li gor îdiayan di vê çarçoveyê da MYEyê li herêmê qasî 2 hezar jî eskerên bipere hene.
Li Yêmenê demeke dirêj e ku îstiqrar tuneye û di navbera Hûsî û hêzên rêvebiriya meşrû da pevçûn çêdibin.
Ji sala 2014an vir ve paytext Sana û hin herêm di destê Hûsiyan de ne. Hêzên koalîsyonê ya ku serkêşiya wan Erebistana Siûdî dike ji adara 2015an vir va piştgiriyê dide hikûmeta Yêmenê.