Hat ragihandin ku Eniya Îslamî ya ku li Sûriyeyê di nav komên mixalif de cî digire biryar da ku li bakurê Helebê bi DÎŞIyê re pev naçe.
Berpirsiyarê Karên Derve yê Eniya Îslamî Ebû Mistefa got ji ber ku DÎŞIyê herêmên ji rejima Esed hatine rizgarkirin dagir kiriye di 25ê tebaxê de bi operasyona bi navê "Operasyona Nehravanu'ş Şam" li dijî DÎŞIyê şer dane destpêkirin.
Mistefa destnîşan kir ji ber ku êrîşên koalîsyona navneteweyî û hêzên Esed zêde bûn, şerê bi DÎŞIyê re dewam dike, lê zêde em ê neyên pêşberî hev.
Mistefa diyar kir ku koalîsyona navneteweyî êrîşî Eniya Îslamî dike û wiha got: "Li çolên Helebê êrîşên hêzên Esed û milîtanên Hizbûllahê zêde bûn, ji ber pevçûnan me biryar da ku em bi DÎŞIyê re şer nekin."
Ebû Mistefa got ku heta DÎŞI agirbestê qebûl neke wê rewşa şer dewam bike û wê Eniya Îslamî kozikên xwe biparêze.
Tevgera Eniya Îslamî ji Tevgera Ahrar'uş Şam, Ceyş'ul Îslam (Artêşa Îslamê), Tugaya Tewhîdê, Sukur'uş Şam (Tugayên Bazên Şamê), Tugayên el-Heq, Ensar'uş Şam û Eniya Îslamî ya Kurdan pêk tê û li Sûriyeyêm dijî rejima Esed şer dikin. Tevgera Eniya Îslamî li Şam, Humus û Helebê çalak e.