Walîtiya Diyarbekirê diyar kir ku di şerê biçek ê li Bismilê çêbû û bûyerên piştî vî şerê qewimîn de 2 kes mirin û di nav de 12 leşker bi tevahî 25 kes jî birîndar bûn.
Walîtiya Diyarbekirê daxuyanî belav kir, di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li taxa Çeltîklî ya Bismilê di navbera du malbatan de qirecir çêbû, piştî qirecirê şer mezin bû û malbatan bi çek berê hev du da. Li ser îxbarê cendirme hatin cihê bûyerê.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tîmên cendirmeyan, cinazeyê kesê ku di bûyerê de mir ligel 4 birîndaran sewqê nexweşxaneyê kir. Herwiha hat îfadekirin ku hin kesan xwest ku xaniyê ku failên bûyerê xwe lê veşart bişewitînin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin agirê ku avêtin xanî hat vemirandin û wiha hat gotin: "Dema ku cendermeyan ew kesên ku di xanî de asê mabûn derdixist, komeke ku ji 600 kesî pêk dihat li derdora wan kom bû û bi kevir molotof û fişekên hewayî êrîşê wan kir. Cendirmeyan jî ji bo kom belav bibe bi xaza îsotê midaxaleyî komê kir. Piştî midaxaleyê yek jê zarok 3 jê birîndar 7 kesên di xanî de asê mabûn hatin tehliyekirin. Dema tehliyekirinê di nav komê de gengeşî çêbû û ji komê kesekî mir."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di encama bûyeran de 2 kes mirin û di nav de 12 leşker bi tevahî 25 kes jî birîndar bûn.