Li daristanên başûrê Taylandê gorên komî û kampên ku penaber lê tên girtin ku ji bo fidyeyê bên bikaranîn nîşan dide ku penaberên koç dikin çawa zehmetiyan dikşînin û çi tê serê wan.
Penaberên ku ji ber cudakerî, zilm û feqîriyê ji welatê xwe direvin dikevin destê qaçaxçiyan û an wek kole tên firotin, an jî di rê de dimrin.
Kesekî ji Malezyayê ku nexwest navê wî bê eşkerekirin daxuyanî da rojnameya "The Daîly Star" a ku li Bangladeşî weşanê dike. Wî kesî got ku penaberên bangladeşî serê merîvî di navbera 250 hezar an 450 hezar takaya Bangladeşê yanî di navbera 9 hezar û 16 hezar lîreyê Tirkiyeyê didin qaçaxçiyan ku ji wan re li welatên din kar bibînin.
Li gor nûçeya rojnameyê ya ku piştî lêkolîna 3 mehan hat çêkirin, rewşa mirovên ku ji Bangladeşê diçin Malezyayê û ji wir jî derbasî Taylandê dibin gelek xirab e.
Di nûçeyê de hat gotin ku penaber pereyan didin qaçaxçiyan ku wan bibin welatên din. Qaçaxçî ewil solê wan jî di nav de hemû tiştê penaberan hildidin, ji lingên wan penaberan girêdidin û wan di holikên nebaş de ji bo demekî digrin. Piştî demekî qaçaxçî wan siwarî kelekan dikin û li dû rêwîtiyeke 12 saetan wan îja siwarî keştiyên baran dikin ku bibin Taylandê.
Rêwîtiya penaberan qasî du hefteyan dewam dike û ew digihêjin Taylandê. Qaçaxçî wan di daristanên Taylandê, di kampan de dîl digrin û pişt re ji bo ku cara duyem pereyan qezenc bikin ji malbatên wan fîdyeyê dixwazin. Heke malbat pereyan nedin penaber an tên kuştin, an jî qaçaxçî wan wek kole difroşin Tayland û Malezyayê.
Hin penaber heta ku fîdyeya wan bê dayîn hin caran bi mehan, hin caran jî bi salan di van kampan de esîr tên girtin û zilm li wan tê kirin.