ERBİL
Komek ciwanên ku li Tel Avîvê dijîn, li ser medyaya cîvakî bang kirin ku Kurdên li Îsraîlê dijîn jî bila beşdarî Konferansa Neteweyî ya Kurdan bibin. Li ser vê bangê kurdên ku welatiyên Îsraîlê ne jî dê bên vexwendin.
Kurdên Îsraîlê ji ber ku xwedî pasaportên Îsraîlê ne, Iraq vîzeyê nade wan. Ji ber vê jî ew ji bo Konferansa Neteweyî ya Kurdan ya ku di 15-17ê Îlonê de dê li Hewlêrê bicive nehatin vexwendin. Komeke ciwan li ser Facebook û Twîtterê bang kir ku bila Kurdên li Îsraîlê dijîn jî bên vexwendin. Banga komê deng da û Komîteya Amadehiyê ya Konferansa Neteweyî ya Kurdan daxuyanî da ku dê kurdên Îsraîlê jî bên dawetkirin.
Endamê Komîteya Amadehiyê Gafûr Maxmûrî ji nûçegihanê AAyê re got ku dê gazî Kurdên li Îsraîlê dijîn jî bikin. Gafûrî bal kişand li ser pirsgirêka pasaportê ya di navbera Iraq û Îsraîlê de û wiha got: "Em dê Kurdên li Îsraîlê dijîn jî dawet bikin. Lê di çûyin û hatina wan de pirsgirekek derkeve, ji hêla pasaportê ve divê birêvebiriya herêmê çareseriyek bibîne."
Maxmûrî der barê amadehiyan de jî agahî da û ragihand ku konferans dê bi kurdî, erebî û îngilizî bibe û ji welatên cuda 600 mêvan dê bên vexwendin. Maxmûrî wiha got: "Ji parlementoya Ewropayê hin parlamenter, nûnerên YEyê, siyasetmedar, rojnamevan, kesên navdar û nûnerên Enternasyonalên Sosyalîst dê bibin mêvan."
Maxmûrî diyar kir ku ji Tirkiyê sosyolog Îsmaîl Beşîkçî û nivîskarê Amerîkî Noam Chomsky jî mêvanê wan e û ew li bendê ne ku ji Îran, Sûriye û Tirkiyê gelek mêvan beşdarî konferansê bibin.
Maxmûrî ragihand ku delege ji sedî 45 nûnerên partiyên siyasî ne, ji sedî 35 nûnerên rexistinên civakî yên sîvîl in, yên mane jî ciwan û kesên din in.