25 Sibat 2017•Rojanekirin: 26 Sibat 2017
WASHINGTON
Hat ragihandin ku kurê boksorê Mihemmed Elî, Mihemmed Elî Jr. li Balafirgeha Fort Lauderdale a Miamiyê 2 saetan hatiye binçavkirin û paşê jî berdane.
Li gor nûçeya rojnameya New Tîmesê ya Mîamiyê Mihemmed Alî Jr û dayika wî Khalîlah Camacho Alî 7 sibatê dema ku derbasî balafirgehê bûn memûrê gumrukê malbat dan sekinandin.
Li gor nûçeyê dayika Mihemmed Elî Jr weneyekî xwe ya ku bi mirê xwe kişandibû nîşan da û derbas bû. Lê memûrê gumrukê kure wê sekinand û du caran pirs kir "tu misilman î an na".
Li gor îdiaya nûçeyê piştî van pirsan Mihemmed Elî Jr. birin odeyekê û 2 saetan binçav kirin û paşê jî serbest hat berdan.
Mihemmed Eliyê Şampiyonê Boksê yê Dinyayê di 3yê hezîrana sala 2016an de li Arîzonayê miribû.