ÎSTANBUL - KEMAL OZTURK
Pisporên tibê yên dadî û hiqûqnasên sûcê şer ên navdar piştî ku leşkerê sûrî yê ku di dîrokê de ji yek wan karên herî ecêb kiriye guhdar kirin, ji ber ewlehiya wî navê wî danîn "Caesar".
"Ceaser" û hevalên wî yên kar şerê navxweyî yê li welatê xwe û sûcên ku rejîmê kirine bi 55 hezar wêneyan ve belge kirin. Şahidê ku di pêşerojê de navê wî dê gelek bê gotin hemû hurgiliyan ji Komîsyona Lêpirsînê ya Taybet re got. Komîsyonê di rapora xwe de xêynî navlêka leşker û wezîfeya wî derbarê wî de tu agahî neda.
"Caesar" 13 salan di Artêşa Sûriyeyê de wek leşker xebitî. Wezîfeya wî ew bû ku wêneyên sûcên adî û qezayan bikşîne û van wêneyan bişîne "darazê". Ew ji endamekî tîma lêkolînê yê cihê bûyerê bû. "Caesar" ji komîsyonê re got ku dema ku şerê navxweyî derket wezîfeya wî guherî û wî dest bi wênekêşiya girtiyên ku tên kuştin kir. "Caesar" û hevalên wî yên kar 2 salan wêneyên girtiyan yên ku hatine kuştin kişandin û van wêneyan şandin fermandarên xwe yên payebilind.
- Kuştina sîstematîk çawa tê kirin?
Li gor raporê muxalîfên ku hatine binçavkirin li cihê îstixbaratê an jî di avahiyên leşkerî de bi îşkenceyên cur be cur ve tên kuştin. Piş re wan dişînin nexweşxaneyeke leşkerî. "Caesar", bijîşkek û nûnerên darazê li gel wî çar an jî pênc heb wêneyên kesên hatiye kuştin dikşîne. Ji bo kesên ku di binçav de hatine kuştin du numare tê dayîn. Numareya ewil numareya referansa berpirsyariya yekeyê ye û ji binçavkirinê heta kuştinê nîşan dide. Ji ber vê jî bi tenê şaxa îstixbaratê vê numareyê û nasnameya vî kesî dizane. Ev numare hin caran bi destan ve li ser beden an jî li ser eniya vî kesî dihate nivîsandin.
Dema ku cesed digîhîşte nexweşxaneya leşkerî, ji bo ku belgeyeke sexte bê çêkirin ku ev kes li nexweşxaneyê miriye numareyeke duyem dihate dayîn. Di belgeya sexte de dihat nivîsandin ku ev kes ji ber qeyrana dil an jî ji ber bêhn çikandinê miriye. Dema ku malbatên wan sedema mirinê dipirsiyan ev belge didan malbatan. (Komîsyon ji ber ku van wêneyan wek delîl dibîne, li ser wêneyan bi banda reş ve girt û wisa da ajansa me.) Piştî ku "Caser" û hevalên wî wêneyan dikişandin cesed ji bo ku bên binaxkirin dişandin.
- "Caesar": "Der û dor bû wek mezbexaneyê"
"Caesar" got ku der û dor dibû wek mezbexaneyê û ji bo ku vê îspat bike jî wêneyên cesedan bi giştî jî kişand. Piştî demekî li ber xwe neda û ji ber fikara vî karî kopyayeke wêneyan da kesekî ku bi wî ewlehî dibû. Pişt re van wêneyan bi wesîleya eqrebayekî xwe yê ku ji bo muxalîfan dixebitî û pêwendiyên wî bi rêxistinên mafên mirovan ve hebû ve derxiste derveyê Sûriyeyê. Ji îlona 2011an pê ve wêne bi awayekî rêk û pêk derketin derveyê welêt.
-Komîsyona Lêpirsînê ya pir girîng
Kesên mafên mirovan ên muxalîf ên Sûriyeyê diparêzin li Londrayê bi alîkariya buroyeke hiqûqê ya bi navê “Carter-Ruck and Co.” ve komîsyoneke lêpîrsînê ya taybet ava kirin. Endamên komîsyonê:
Serok şêwirmendê Keybanûya Duyem Elîzabethê Sir Desmond de Silva ye û Silva di Dadgeha Taybet a ji bo Sîerra Leonê hat avakirin de wek serdozger xebitî. Ji hêla Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ve wezîfeya xwe bikar anî û Serokê Dewleta Lîberyayê Charles Taylor da girtin.
Prof. Sir Geoffrey Nice jî şêwirmendê Keybanûya Duyem Elîzabethê ye û di Komîsyona Lêpirsînê de ye. Nîce, di Dadgeha Cezayê ya Navnetewî ya ji bo sûcên li Yugoslavyaya Berê pêk hatine ceza bidin de xebitîbû. Di doza ku Serokê Dewleta Yugoslavyayê Slobodan Mîlosevîç hat darizandin de wek alîkarê dozger wezîfedar bibû.
Prof. Davîd M. Crane jî di Dadgeha Taybet ya ku ji bo Sîerre Leonê hatibû sazkirin wek serdozgerê ewil xebitîbû. Ji hêla Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ve hat wezîfedarkirin. Bi vê wezîfeya xwe ve îdianameya Serokê Dewleta Lîberyayê Taylor amade kir.
Patalog Dr. Stuart J. Hamîltonê ku girêdayî Wezareta Karên Derve yê Îngiltereyê dixebite, Profesor Susan Black a ku profesora Antropolojya Dadê û Anatomiyê ya Zanîngeha Dundeeyê ye û Stephen Colê ku Midûrê Teknîk ê Tiba Dadî û Pisporê Weneyên Dadî jî di nav komîsyonê de cih digrin.
Komîsyona Lêpirsînê ya Taybet ji bo ku lêkolînên xwe bikin hatin welatekî Rojhilata Navîn û dest pê kirin ku li ser wêneyan bixebitin. Wêneyên wek mînak hatin hilbijartin li Îngiltereyê di navenda Acume Forensîcsê de hatin testkirin. Navendê biryar da ku ev wêne rastin û li ser van tu mudaxele nehatiye kirin. Di demek şûn de "Caesar" û malbata wî ji ber ewlehiyê ji Sûriyeyê hatin lderxistin.
"Ceaser" di 12, 13 û 18ê çileya paşîn de çû komîsyonê îfade da û li wir hemû pirs bersivandin. Komîsyonê biryar da ku "Ceaser" ne kesekî sansasyonî û partîzan e. Ew kesekî ku mirov ji wî bawer dike ye. "Ceaser" diyar kir ku ew tu car beşdarî kuştin û îşkenceyan nebûye û bi tenê wêneyên kesên ku hatine kuştin kişandiye û vê jî bi awayekî dirûst bê derew îfade kiriye.
- Kuştinên sîstematîk
Komîsyona Lêpirsînê li ser wêneyan, bi baldarî lêkolîn kirin û pişt re awayên kuştinê tespît kirin. 55 hezar wêne, wêneyên 11 hezar kesan bû. Ji wan kesên ku hatine kuştin temenê gelekê wan 20 û 40 salî ne û mêr in. Hat tespîtkirin ku gelekê wan di binçavkirinê de hatine kuştin. Gelekê wan bi werîs, têl û qayîşa trîgerê ve hatine xeniqandin û bi vî awayî wêneyên wan hatin kişandin. Şûna îdamê bi destan hatin xeniqandin. Li ser cesedan nîşanên çoyên hesin hatin dîtin. Nîşanên îşkenceyan li ser cesedan hebû.
news_share_descriptionsubscription_contact


