01 Sibat 2017•Rojanekirin: 01 Sibat 2017
ANKARA
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ragihand ku li Duhok 153, Hewlêr 295 û Silêmaniyê jî 329 hezar meaşxwiran navê xwe qeyd kiriye.
Civîna Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê birêve çû.
Barzanî bal kişand ser giringiya qeyidkirina navan û got:
"Ev sîstema qeydkirina meaşxwiran gaveke giring a hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ji bo reforman. Divê sîstemeke taybet a hikûmetê ji bo meaşdayînê hebe. Bi vî awayî perê ku li ber dest heye jî tê bi şikilekî guncan were belavkirin."
Serokwezîr herwiha anî ziman ku divê sektorên ji bo dahata aboriyê zêdetir bibin û "Di warê guhastin û gihandinê de divê em zêdetir dahatê bidest bixin. Herwiha lazim e xizmeteke baştir jî bikin. Divê em tenê pişta xwe nedin dahata neftê."
Wezîrê Plandanînê Elî Sindî jî di civînê de behsa projeyên li ser sektora taybet û veberhênanê kir û diyar kir ku bernameyekê bi şirîkatiya Banka Navneteweyî amade dikin.
Herwiha destnîşan kir ku li Herêma Kurdistanê cara yekem projeyek bi du saziyên navneteweyî tê organîzekirin.