Haydar Şahin
18 Îlon 2020•Rojanekirin: 19 Îlon 2020
Hat diyarkirin ku Emmanuel Macronê Serokomarê Fransayê di tayînkirina wezîran û mijara rêveberiya krîzên li welêt diqewimin da di tesîra Nicolas Sarkozyyê Serokomarê berê da dimîne.
Di xebera taybet a Le Fîgarêy da hat gotin ku Macron her tim bi Sarkozy ra tê bal hev.
Hat gotin ku Sarkozy der barê hevdîtinên bi Macron ra dike da dibêje, "Tewsiyeyan nadim lêbelê dibêjin heke ez serkomar bûma min ê filan tişt bikira. Ez ê tiştên ku krîza li Fransayê kûr dikin nekim."
Hat diyarkirin ku Serokomarê berê di mijara reforma teqawidbûnê da Macron hişyar kiriye û gotiye ku ev ê Fransiyan memnûn neke û bibe sedema bûyerên civakî.
Dîsa di xeberê da hat destnîşankirin ku di tîrmehê da hikûmet hat guherandin di tesîra Sarkozy da Serokwezîr Jean Castex, Wezîrê Karên Navxweyî Gerald Darmanin, Wezîra hawirdorê Roselyne Bachelot û Wezîrê Edaletê Eric Dupond-Moretti hatin tayînkirin.
Hat diyarkirin ku parlamenterekî Partiya Komarprêz a rastgirê navendî got ku, "Emmanuel Macron bi Nîcolas Sarkozy bawer dike û ev jî Sarkzy aciz nake. Li hev bawer dikin."