Haydar Şahin
18 Îlon 2020•Rojanekirin: 19 Îlon 2020
Li dinyayê hejmara kesên ji vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) xilas bûn û gihîştin sihetê ji 22 milyonî derbas bû.
Li gor daneyên Worldometera malpera daneyên Kovîd-19ê berhev dike li dinyayê 22 milyon û 64 hezar û 410 kesên bi vîrusê ketibûn piştî dermankirinê pak bûn.
Li gor rêzê 5 welatên herî zêde pêketiyên Kovîd-19ê lê pak bûn wiha ye: Amerîka (4 milyon û 155 hezar û 933), Hindistan ( 4 milyon û 112 hezar û 551), Brezîlya (3 milyon û 753 hezar û 82), Rûsya (901 hezar û 207) û Kolombiya (615 hezar û 457)
Li Tikriyeyê jî 263 hezar û 745 kes ji vîrusê xilas bûn.
Li dinyayê hejmara kesên bi Kovîd-19a li Wuhana bajarê Hubeya eyaleta Çînê derket holê û li dinyayê belav bû ketin bû 30 milyon û 383 hezar û 446 kesan, 951 hezar û 177 kes jî ji ber vîrusê mirin.