Fatih Gazioğlu
25 Hezîran 2017•Rojanekirin: 26 Hezîran 2017
ÎDLIB
Li Danaya navçeya Îdliba bajarê Sûriyeyê bi wesayîteke bombebarkirî êrîşek hat kirin. Di êrîşê da 10 sivîl hatin kuştin, 16 sivîl jî birîndar bûn.
Aktîvîst Xalîd Salih daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku êrîş li ber deriyê restoranekê çêbû. Salih got ku êrîş bi wesayîteke bombebarkirî hat kirin û di encamê da 10 sivîl mirin û 16 kes jî birîndar bûn.
Hê tu kesî êrîş nehildaye stûyê xwe.