Türkan Tosun
18 Rêbendan 2021•Rojanekirin: 19 Rêbendan 2021
Li parzemîna Afrîkayê hejmara pêketiyên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) derket 3 milyon û 278 hezar û 299an.
Li gor malpera "Worldometer"ê ya ku daneyên rojane yên Kovîd-19ê berhev dike, li tevahiya parzemînê 79 hezar û 11 kes ji ber vîrusê mirin.
Li Afrîkayê hejmara pêketiyan derket 3 milyon û 278 hezar û 299an, hejmara pêketiyên ku baş bûn jî derket 2 milyon û 688 hezar û 882yan.
Li parzemînê herî zêde li Afrîkaya Başûr, Fas, Tunis û Misirê mirî û pêketî hene.