Haydar Şahin
10 Adar 2020•Rojanekirin: 10 Adar 2020
Li Îranê Mihemed Riza Qedirê Rektorê Zanîngeha Zanistên Tenduristiyê ya Qûmê yê bi vîrusa koronayê ya tîpa teze (Kovîd-19) ketibû rind bû û dest bi wezifeya xwe kir.
Li gor xebera ÎRNAya ajansa fermî ya Îranê, Qedirê di 25ê sibatê da hatibû tesbîtkirin ku bi Kovîd-19ê ketiye ji heqê vîrusê derket û rind bû.
Qedir ji karantînayê derket û derbasî ser wezifeya xwe bû.
Di 25ê sibatê da hatibû tesbîtkirin ku Qedirê Rektorê Zanîngeha Zanistên Tenduristiyê ya Qûmê , 2 alîkarên wî û 2 doxtorên wezifedarê zanîngehê bi Kovîd-19ê ketine.
Kovîd-19a ji Çînê belavî dinyayê bibû cara ewil di 19ê sibatê da li Qûma bajarê Îranê hatibû tesbîtkirin, paşê hema bêje li tevahiyê welêt belav bibû. Li welêt hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketin derkete 7 hezar û 161î, hetanî nika 237 kes mirin. Ji kesên di wan da Kovîd-19 hat tesbîtkirin 2 hezar û 394 kes rind bûn û çûn malên xwe.