Li Amerîkayê treneke ku 238 rêwî tê da bûn û ji Washington DCê diçû New Yorkê, li Philadelphiayê ji rêya xwe derket û wergeriya. Hat ragihandin ku di qezayê da herî hindik 5 kes mirin, 6 jê giran gelek birîndar hene.
Şaredarê Philadelphiayê Michael Nutter daxuyanî da rojnamegeran û got ku di qezayê da herî hindik 5 kes mirin, gelek kes jî birîndar bûn.
Şirketa Amtrakê daxuyanî da û ragihand ku der heqê sedema qezayê da lêkolîn dewam dikin û piştî lêkolînê daxuyaniyeke berfireh wê were dayîn. Hat ragihandin ku FBI jî tevlî lêkolîn û lêgerînê bû.
Şirketê daxuyand ku 10 vagonên trenê ji rêya xwe derketin û wergeriyan, di trenê da 238 rêwî û 5 murettebat hebûn.
Gelek polês, wezîfedarên îtfaiye û tenduristiyê sewqî cihê qezayê bûn.