Önder Beyter
20 Gulan 2020•Rojanekirin: 20 Gulan 2020
Hat ragihandin ku balafira şer F-35 a Hêzên Asîmanî yên Amerîkayê li Floridayê ket xwarê.
Di daxuyaniya Baregeha Hêzên Asîmanî Eglin a li Floridayê da hat destnîşankirin ku balafira F-35 a girêdayî fîloya 58emîn, di firîneke rûtîn da bi dema herêmê derdora saet 21.30î gava ber bi danînê bû ket xwarê.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku pîlotê balafirê bi rêbaza pekandina qoltixê va xilas bû û der heqê qezayê da lêpirsîn hat destpêkirin.
Hefteya çûyî jî balafira şer F-22 a cure Raptor piştî ku ji heman baregehê bi hewa ketibû û kurtedemek şûnda ketibû xwarê.
Balafirên herî biha yên Hêzên Asîmanî yên Amerîkayê li heman baregehê li pey hev ketin xwarê ku vê yekê bal kişand ser xwe.