Önder Beyter
20 Hezîran 2019•Rojanekirin: 21 Hezîran 2019
Hêzên Feza-Asîmanî yên Artêşa Pasdarên Şoreşa Îranê ragihand ku wan li eyaleta Hurmuzganê ya li başûrê welêt dronea bêyî firokevan a Hêzên Asîmanî yên Amerîkayê xist xwarê.
Di daxuyaniya li ser malpera Pasdarên Şoreşê da hat destnîşankirin ku bi destê Hêzên Feza-Asîmanî yên Artêşa Pasdarên Şoreşa Îranê li qeraxê bajarê Kuhmubarek ê girêdayî eyaleta Hurmuzganê ku li qeraxê Kendava Omanê ye, dronea bêfirokevan a cure Global Hawk a Hêzên Asîmanî yên Amerîkayê hat xistin.
- Amerîkayî ew yek piştrast kir ku dronea Hêzên Asîmanî yên Amerîkayê bi destê Îranê hat xistin
Peywirdarekî Amerîkayî ragihand ku dronea bêfirokevan a Hêzên Asîmanî yên Amerîkayê ku li ser Kendava Hurmuzê difirî, ji aliyê fuzeyeke ji bejayê ber bi asîman a Îranê hat xistin.
Peywirdarê ku navê wî nehat eşkerekirin, di daxuyaniya xwe ya ji bo Associated Pressê (AP) da, bereksê îdiayên peywirdarên Îranî ku destnîşan kirin "drone di qada asîmanî ya Îranê da difiriya", diyar kir ku drone li "qada asîmanî ya navneteweyî" hat xistin.
Bereksê îdiayên peywirdarên Îranî ku destnîşan kirin "drone di qada asîmanî ya Îranê da difiriya", peywirdarê navnediyarkirî got ku drone li "qada asîmanî ya navneteweyî" hat xistin.
Ji Amerîkayê vêga der heqê bûyerê da daxuyaniyeke berfireh nehatiye dayîn.
Di daxuyaniya li ser malpera Pasdarên Şoreşa Îranê da hatibû destnîşankirin ku bi destê Hêzên Feza-Asîmanî yên Artêşa Pasdarên Şoreşa Îranê li qeraxê bajarê Kuhmubarek yê li ser eyaleta Hurmuzganê ku li qeraxê Kendava Umanê ye, dronea bêfirokevan a cure Global Hawk a Hêzên Asîmanî yên Amerîkayê hat xistin. Di daxuyaniyê da herwisa hatibû îdiakirin ku dronea bêfirokevan ji ber ku qada asîmanî ya Îranê binpê kir, hat xistin.
Balafira kewşê ya îrtifaya bilind RQ-4 Global Hawk ku ji pergalên firokeya bêfirokevan a herî bibandor a Hêzên Asîmanî yên Amerîkayê ye, bi destê şiketa parastinê Northrop Grumman ku navenda wê Amerîka ye, hat çêkirin. Dronea ku dikare 24 saetan li asîman bimîne, 16 kîlometre bilind difire û çavdêriyê dike.