Haydar Şahin
21 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 21 Berfanbar 2019
Li Amerîkayê hejmara bircên petrolê yên ji bo endustriya petrolê û hilberîna petrola xam wekî nîşane tê qebûlkirin vê hefteyê 18 heb zêde bû.
Li gor rapora heftane ya Baker Hughesa şirketa xizmetên qada petrolê weşand, di navbera 14 û 20ê berfanbarê da hejmara birên petrolê 18 heb zêde bû û derkete 685 heban.
Li gor vê encamê ji sibata 2018an vir da di hefteyekê da zêdebûna herî dawîn vê hefteyê hat dîtin.
Roja pêncşemê bihayê petrola brent herî dawîn bi 66,54 dolarî hatibû firotin, duh bi 66,04 dolarî hatibû firotin. Bihayê warêla petrola xam a Teksasa Rojava (WTI) jî duh herî dawîn bi 60,37 dolarî hatibû firotin, roja pêncşemê jî herî dawîn bi 61,22 dolarî roj temam kiribû.