Abdullah Tel
21 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 22 Berfanbar 2019
Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Mike Pompeo li dijî biryara Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî (DCN) ya ku ji ber sûcên şer ên der heqê Îsraîlê da lêpirsînê dide destpêkirin bertek nîşan da.
Pompeo bertek nîşanî biryara ku Serdozgera DCNê Fatou Bensouda da û ji bo vê jî daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê da Pompeo got: "Serdozgerê bi vê tevgera xwe qebûl kir ku di mijara birêvebirina lêpirsînê ya ji hêla dadgehê va pirsgirêkên qanûnî yên cidî hene. Em li hemberî vê yekê û tevgerên ku Îsraîlê rasterast ji xwe ra kirine hedef, disekinin."
Pompeo destnîşan kir ku ew Filistînê wek dewleteke serbixwe qebûl nakin û îdia kir ku heqê Filistînê tuneye DCN jî di nav da tevlî tu dezgeh û saziyên navneteweyî bibe.
Di berdewamiyê da jî Pompeo bi bîr xist ku him Amerîka û him jî Îsraîl endamên DCNê nînin û ew jî hêvî dikin ku di navbera Îsraîl û Filistîniyan da peymana aştiyeke mayînde bê çêkirin.