KERKÛK
Li bajarê Kerkûka Iraqê 2 mayîn teqiyan, di encama teqînê de polêsek mir û 11 kes jî birîndar bûn.
Ji mayînên ku li ser rêya herêma Domîzê hatibûn binerdkirin yek hat teqandin. Li ser teqîna yekemîn hêzên ewlehiyê hatin cihê bûyerê, bi hatina hêzên ewlehiyê re mayîna duyemîn jî hat teqandin. Di encamê de polêsek mir û 6 jê wezîfedarê ewlehiyê bi tevahî 11 kes jî birîndar bûn.
Kesêr birîndar bi ambulansan sewqî Nexweşxaneya Kerkûkê ya Giştî kirin.
Li herêma ku lê teqîn çêbû, tevdîrên ewlehiyê yên berfireh hatin girtin.