Muhammet Kurşun
24 Sibat 2017•Rojanekirin: 24 Sibat 2017
BAB
Li qerargeha Artêşa Azad a Sûriyê ku li bakurê Babê dikeve bi wasiteya bomberêjkirî êriş hat kirin. Di êrişê de endamên Artêşa Azad û sivîl 35 kes hatin kuştin.
Li gor agahiyên peyamnêrê Ajansa Anadoluyê, li gundê Susyanê ku dikeve rojavayê bakurê Helebê û li bakurê Babê, wasiteya bomberêjkirî li ber avahiya Artêşa Azad hat teqandin.
Di êrişê de li gor agahiyên ewil endamên Artêşa Azad û sivîl 35 kes hatin kuştin.
Artêşa Azad û Tirkiyê, 24ê Tebaxê Herekata Mertalê Feratê dabûn destpêkirin û piştî paqijkirina neqeba Ezaz û Cerablûsê meha Kanûna 2016an berê xwe dabûn Babê.
Navçeya Babê ku 30 kîlometreyî dûrî sînorê Tirkiyê ye ji Çileyê 2014an vir ve di kontrola DEAŞê de bû.