Misteşarê Teşkîlata Îstixbaratê ya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesrûr Barzanî ragihand ku pêşmergeyan li bakurê Mûsûlê li ser DÎŞIya rêxistina terorê operasyon kir û di operasyonê de 200 milîtan hatin kuştin.
Mesrûr Barzaniyê kurê Serokê HKIyê Mesût Barzanî, li herêma şer a bakurê Mûsûlê civîna çapemeniyê li dar xist û der heqê operasyona ku di 07.00ê sibê de dest pê kir de agahî da.
Barzanî got: "Hêzên pêşmerge li ser fermana Serfermandar Mesût Barzanî, li dijî DÎŞIya rêxistina terorê li rojhilat û rojavayê Bendava Mûsûlê operasyoneke berfireh dest pê kir. Oprerasyon li ser 480 kîlomêtreqareyî hat kirin."
Barzanî destnîşan kir ku pêşmergeyan li herêmê gelek cih kirin bin kontrola xwe û wiha pê de çû: "Bi tevahî hezar û 500 kîlomêtreqare ax, hat rizgarkirin. Li gor planên me divê ev derana beriya niha biketa bin kontrola pêşmergeyan."
Barzanî daxuyand ku pêşmergeyan îro di operasyonê de moşekên antî-tankê avêtin û got ku Îngilistan, Almanya, Fransa û Kanada di serî de çekên ku hêzên koalîsyonê ji wan re şandin jî bi kêrî wan hatin.
Barzanî bal kişand ku cihên hatin rizgarkirin, ji aliyê stratejiyê ve pir girîng in û wiha pê de çû:
"Terorîstan di vê operasyonê de hewl dan ku bi 14 wesaîtên bombebarkirî ve li dijî pêşmergeyan êrîşa xwekujiyê bikin. Balafirên şer ên koalîsyonê 3 heb ji van wesaîtan îmha kir, pêşmergeyan jî 11 hebê wan bi moşekên antî-tankê îmha kir. DÎŞI êdî nikare vegere van deran."
Barzanî diyar kir ku operasyon hê dewam dike û pêşmerge pêşve diçe û wiha dewam kir: "Piştî vê serkeftina mezin dijmin hewl da ku çend caran êrîş bike û zirarê bide pêşmergeyan. Lêbelê bi destûra Xwedê me ew hemû jî qewirandin. Operasyon dewam dikin. Lêbelê ez dixwazim bibêjim ku pêşmerge gelek serkeftî bûn. Terorîst direvin û xwe vedişêrin. Lê pêşmerge wê wan bibîne. Lewra heta ew neyên kuştin potansiyela wan a zirardayînê heye."
Barzanî daxuyand, çekên ku hikûmeta Iraqê ya navendî da wan, têra wan nake û wiha axivî: "Para me jî di çekên giran de heye, lê em nikarin para xwe hildin. 250 wesaît ji hikûmeta navendî re hat lê ji wan tenê 25 heb ji me re şandin. Lê li gor nifûsa Iraqê para herêma Kurdistanê zêdetir e. Çekên me kêm in."
Barzanî destnîşan kir ku, eleqeya kontrolkirina qeza Şengalê bi plana Mûsûlê re tuneye û wiha dewam kir: "Em hewl didin ku pêşiya piştgiriya lojîstîk ya ku diçe Telaferê jî bigrin. Lê hê qismekî mezin ê erdê Iraqê di destê rêxistina terorê de ye. Ji ber vê çendê tehdîta wan hê dewam dike."
Barzanî li ser pirsa PKKê hewl da ku li Şengalê kantonê îlan bike jî wiha got: "Tu hêzeke siyasî nikare pêş kurdan ve biryarê bide. Di vê pêvajoyê de wezîfeya me ew e ku em ax, can û malê gelê Kurdistanê biparêzin."
Barzanî li ser eniya Guwer û Mexmûrê jî got: "Pêşmergeyan li Mexmûr û Guwerê derbeyên mezin li dijmin da. Serkeftinên mezin bi dest xistin."
Li bakurê Mûsûlê serê sibê di navbera pêşmerge û milîtanên DÎŞIyê de pevçûnan dest pê kiribû û kontrola nahiyeya Vaneyê û gelek gundan ketibû destê pêşmergeyan.