Li Adiyamanê di operasyona ku birin ser PKKya rêxistina terorê de 2 terorîst hatin kuştin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê hilda bişev li gundê Koçaliyê operasyon hat lidarxistin.
Operasyon bi piştgiriya balafirên bêmirov û beşdarbûna gelek hêzên ewlehiyê û ekîbên Tevgera Taybet û Fermandariya Cendermeyan a Adiyamanê ve dest pê kir. Di operasyonê de hêzên ewlehiyê û endamên rêxistinê li herêma Bagtepe-Çamlicayê şer kirin.
Di şer de 2 endamên PKKê mirin û 2 esker jî birîndar bûn.
- Xwîna şehîd li erdê nema
Hat hînbûn ku terorîstên ku di şer de mirin di nav koma ku 21ê Tîrmehê de bi hêzên ewlehiyê re şer kirin û serdesteyê pispor Musellîm Unal şehît kirin de cih girtibûn.
Ev endamên PKKê yên di şer de mirin di heman demê de di nav ekîba ku di 15ê Hezîranê de 5 makîneyên kar ên ku di înşeata bendava Koçaliyê ya li Adiyamanê de dixebitiyan şewitandibûn.
Li Herêmê operasyon dewam dikin.