İbrahim Atmaca
14 Sibat 2018•Rojanekirin: 18 Sibat 2018
BRUKSEL
Karnavala Bincheyê li Valona herêma Belçîkayê hat lidarxistin û îsal jî dîmenên wê rengîn bûn.
Wek kevneşop tenê mêr beşdarî karnavalê dibin û hezar kesên ku cil û bergên Qirna Navîn li xwe dikin, maskeyên ku ji mûmê hatine çêkirin û berçavkên kesk didin ber çavên xwe û bi simbêlên xwe va bala beşdarvanan dikşînin.
Di karnavalê da beşdarvan porteqalan davêjin hev û şewqeyên bimû didin serê xwe. Heke porteqal li yekî bikeve, ew dibe kesekî "biprestîj".
Karnaval ji bo ku hatina biharê were pîrozkirin her sal tê lidarxistin. Weke her sal îsal jî dîmenên rengîn derketin holê û bal kişandin.
Dîroka Karnavala Bincheyê heta sedsala 14emîn diçe û di 2003yan da ji aliyê UNSECOyê va wek "mîrata çandî ya ne madî" hatibû binavkirin.