04 Mijdar 2016•Rojanekirin: 05 Mijdar 2016
BRUKSEL
Dozgeriya Federal a Belçîkayê îtirazî biryara dibêje "ji ber ku di çarçoveya têkoşîna çekdar de ye kirinên PKKê nabin sûc" kir.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin Dozgeriya Federal îtiraza xwe îro pêşkêşî dadgeha îstinafê kir. Di îtirazê de hat destnîşankirin ku kirinên PKKyiyên ku di dozê de tên sûcdarkirin çalakiyên terorê ne. Heke di çarçoveya îtirazê de biryar bê dayîn ji birêvebirên rêxistina terorê yên li Ewropayê Remzî Kartal û Zubeyîr Aydar jî di nav de dê di çarçoveya qanûna terorê de dest bi darizandina 36 kesan bikin.
Daîreya Lêpirsînê ya Brukselê biryar dabû ku kirinên endam û birêvebirên PKKê yên ku digel di nav fealiyetên terorê de cî girtinê revandina kesên temenbiçûk, ji azadiyê mehrûmkirina kesan û bi kuştinê tehdîdkirin tên sûcdarkirin "çalakiyên terorê" nînin û daxwaza sewqkirina dozê ya Dadgeha Cezayê red kiribû. Di hinceta biryarê de hatibû gotin ku "têkoşîna çekdar di nav çarçoveya sûcdarkirina terorê de nayê nirxandin."
Piştî lêpirsîna ku di 2010an de dest pê kir di cotmeha 2015an de doz hatibû vekirin. Di îdianameyê de endamên PKKê dihatin sûcdarkirin ku ji Belçîka û welatên din ên Ewropaya Rojava ciwan û kesên temenbiçûk ji malbatên wan distînin û pişt re digel Belçîkayê li kampên Yewnanistan û Iraqê perwerde dane wan. Di nav sûcdarkirinên ser bersûcan de verastkirina ewraqên sexte û berhevkirina xeracê jî hebû.