Haydar Karaalp
30 Tebax 2022•Rojanekirin: 30 Tebax 2022
Li paytextê Iraqê Bexdayê li Herêma Kesk, pevçûnên bi çekên giran ên milîsên alîgirên pêşengê Tevgera Sedr Muqteda Sedr û hêzên ewlekariyê ji duh êvarê û vir va didomin.
Li Herêma Kesk di navbera hêzên ewlekariyê û milîsên çekdar ên girêdayî Sedr da pevçûnên germ diqewimin. Milîs bi çekên cure RPG-7 va êrîşî Herêma Kesk dikin.
Her wisa li Bexdaya ku ji duh êvarê vir va çek bêdeng nebûn, qedexeya derketina derva didome. Saziyên dewletê yên hatin tetîlkirin jî naxebitin.
Tê îdiakirin, pêşengê dînî û siyasî Sedr bersivê nade têlefonên pêşengên siyasî yên lê digerin da ku bangî milîsên xwe bike ku vegerin malên xwe. Her wisa merciyê herî mezin ê dînî yê Şîeyan Ayetullah Elî Sîstanî jî heta niha der heqê bûyeran da tu daxuyanî neda.
Sedr duh ragihandibû ku ew bi temamî ji siyasetê vekişiya. Komên bihêrs ên alîgirên Sedr jî li ser vê yekê avêtibûn ser Qesra Hikûmetê û ya Serokomariyê yên li Herêma Kesk. Çalakvan ji vir bi destê hêzên ewlekariyê bi zora çekan hatibûn derxistin. Lêbelê hêza milîs Seraya Selamê ya girêdayî Sedr bi sedan wesayîtên çekbarkirî li dewrûbera Herêma Kesk bi cih bûbûn û dest bi pevçûnên digel hêzên ewlekariyê kiribûn.
Di daxuyaniya Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya Mîsyona Iraqê da jî bang li aliyan hatibû kirin ku ji pevçûnên çekdar û tundiyê dûr bisekinin.