06 Îlon 2016•Rojanekirin: 07 Îlon 2016
BEXDA
Li Baxdeya paytexta Iraqê bi wesayita bombebarkirî êrîş hat lidarxistin, di êrîşê da 7 kes mirin û 14 kes jî birîndar bûn.
Fermandariya Operasyonên Bexdayê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku li nêzî Nexweşxaneya Ebdulmecîd a li herêma El-Karradeyê wesayita bombebarkirî hat teqandin, di encamê da 7 kes mirin û 14 kes jî birîndar bûn.
Hesen Newfelê ji rayedarên Wezareta Karên Navxweyî ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku êrîş piştî nîvê şevê hat kirin, di encamê da herî kêm 15 wesayit şewitîn. Herwiha di bûyerê da hin dikan, kafeyek û avahiyên nêzî vir da xisar çêbû.