06 Îlon 2016•Rojanekirin: 07 Îlon 2016
HANGCOU
Encamnameya Civîna Lîderan a G20ê ya 11mîn a ku li Hangcouya bajarê Çînê hat kirin, hat eşkerekirin.
Di encamnameyê civîna ku nûneriya Tirkiyeyê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan kir da li ser meseleyên wek pêşvebirin û bazirganiya navneteweyî, di nav milet da qedandina feqîriyê, başbûna kurewî û pêşvebirina wê, di qada mezinbûna aboriya da fikrên nû, di têkoşîna li dijî terorê da şirîkatî û zêdekirina îstixdamê hat sekinandin.
Reformên binyadî
Di encamnameyê da bal kişandin ser girîngiya reformên bingehîn û di bin van 9 sernavan da hatin parvekirin:
1-Xurtkirina veberhênan û bazirganiya navneteweyî
2-Ji perwerdehî û merîfetan îstifadekirin û teşwîqa reformên îstixdamê
3-Teşwîqa Înovasyonê
4-Sazkirina Binesaziyê
5-Piştgiriya ji bo reformên fînansî
6-Çêtirkirina rewşa bazirganiyê û piştgiriya ji bo reqabetê
7-Xurtkirin û çêtirkirina pergala fînansê
8-Xurtkirina domandina dorhêliyê
9-Piştgiriya ji bo pêşvebirina bacê