Nihat Kavşut
29 Gulan 2020•Rojanekirin: 29 Gulan 2020
Li Brezilyaya ji dewletên Amerîkaya Başûr ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) di rojekê da hezar û 156 kesên din jî mirin.
Li gor agahiyên Wezareta Tenduristiyê ya Brezilyayê ji ber Kovîd-19ê hezar û 156 kesên din jî mirin û hejmara miriyan derket 26 hezar û 754an.
Li gor agahiyan 26 hezar û 417 nexweşên teze hatin tesbîtkirin û hejmara nexweşan derket 438 hezar û 238an.
Li gor daneyên malpera Worldometerê ku agahiyên der barê Kovîd-19ê da berhev dike li Amerîkaya Latîn kesên bi Kovîd-19ê ketine herî zêde li Brezilyayê hene û li dinyayê piştî Amerîkayê dewleta duyemîn e.